Utopîayên feylesofan û biheşt-dojeha pêxemberan

Alî Gurdilî[email protected]

Gelek caran, zanîn û baweriyên dînî, rê li ber dîtin û têgihiştina rastiyan digrin û nahêlin ku mirov bikaribin li ber ronahiya hiş û aqilê xwe, xwe bigihînin rastiyan. Ji ber vê yekê, carinan divê meriv ji hinek zanînan bikeve gumanê, wan li bêjinga aqil bide û bikaribe, wan zanînan guftego jî bike. Lê em baş dizanin ku em nikarin zanînên (bilgi, knowledge) dînî bidin ber lêpirsîne, ji wan bikevin gumanê û wan guftego bikin. Beravajiya zanînên dînî, zanînên felsefî û zanistî, ne dogmatik in û rojekê, dikarin biguherin. Li ser vê mijarê meriv dikare bibêje ku ne deriye feylesofan, gelek caran pêxemberan jî derbarê civakekê ülkü (utopîk) de hinek ramanan utopîk raber kirine, an jî xwestine ku hebûna behişt û dojehê, ji bo bawermendên dînê xwe bipeyîtînin û berê wan bidin rêya dînê xwe an jî em bibêjin, xwestine ku berê wan bidin ser rê û rismên dînê (ol) xwe. Lê divê ji bîr nebe, jêdera zanîna pêxemberan ramanên dînî û pîroz in, ku xwe dispêrin fermanên xwedayî. Ligel vê yeke bi nêrîneke gelemperî, meriv dikare bibêje ku ramana utopîk an jî ramana utopîaparêz, xwedan niyeteke çak e. Herweha, ramana utopîaparêz li gor ast û jêderên raberîkirinê, dikare dinya me veguherîne biheşt an jî dojehekê jî. Wate, heke mirov hay jê nemînin bi ramanên xwe ên utopîk an jî dîstopîk, dikarin bibin sebebe civak an jiyanekê dîstopîk û dojehîn. Li ser vê xalê, heke meriv bikaribe çavika xwe a ebdîtî û baweriyê ji ber çavê xwe bide alî, hingê meriv dikare bibêje ku wekî utopîa û dîstopîayên feylesofan, ramana behişt û dojehê jî, ramanên utopîk û dîstopîk in, ber û berhemên ramana mirovî ne û ne ramanên pîroz in. Wate, berhemên ramanî û xeyalî ne û pêxemberan jî wekî xelat û cezayê, ramana behişt û dojehê raberî bawermendên xwe kirine.

FERQ Û CUDAHIYÊN UTOPÎAYÊN FEYLESOFAN Û BEHIŞTA PÊXEMBERAN

Desta ewil divê meriv bibêje, ku tevahiya pêşnûmayên utopîa û dîstopîayan û ên behişt û dojehê, pêşnûmayên xeyalî ne û di hiş û aqilê mirovî da, hatine afirandin. Derbarê vê mijarê da, heke meriv nikaribe bingehekê aqilî û mantiqî deyne û li ser mijarê mineqeşe bike, ne pêkane ku meriv bikaribe xwe bigihîne encamên aqilî ên derbazî. Beyefendisi guman utopîa-dîstopîayên ramanwer û feylesofan û behişt-dojeha pêxembaran di hinek xalan da bişibine hev jî, di navbera wan de hinek ferq û cudahîyên berbiçav jî hene:

1- Pêşnûmayên utopîa-dîstopîayên feylesofan, ji bo dinya me ne. Wate, aîdê dinya ku em tê da ne. Lê pêşnûmayên behişt û dojehê ên pêxemberan, derbarê dinya dî an jî em bibêjin ji bo axretê ne. Ji bo xwegihandina behişte an jî dojehê, divê meriv imrê xwe temam kiribe û çûbe, ber heqîya xwedê.

2- Jêdera zanînên ramanwer û feylesofan, hiş û aqilê mirovî ye. Lê ên pêxemberan, zanînên îlahî û xwedayî ne, ku pêxember jî wekî qasidên (ragihîner) xwedê, wan vediguhezînin bawermendan. Loma jî meriv dikare bibêje ku ramanên feylesofan, ramanên ferdî ne, subjectîv in û dikarin şaş an jî, rast bin. Wate, dikarin wekî zanînên aqilî û rast, an jî wekî zanînên dereaqilî û şaş, werin nirxandin. Beravajiya vê yeke, pêxember wan zanînan ne wekî zanînên takekesî û subjektîv, lê wekî zanînên misoger, neguhêrbar û objektîv raberî civaka xwe dikin û dibêjin ew zanînî, fermanên xwedê ne. Ji ber yekê jî, ebdên xwedê nikarin ji wan bikevine şike û rexne, li wan zanînan bigirin.

3- Utopîa û dîstopîayên feylesofan, tesîrekê mezin li qada civakî, siyasî, hiqûqî, felsefî, zanistî û teknîkî kirine û bûne sebebên geşedanî û pêşketina civakan. Herweha, derbarê pêşketina şaristaniyê da jî, xwediyê rolekê mezin in. Mesela ‘Dewlet’a Platon, ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ a Farabî, ‘Utopîa’ya Thomas Moure, utopîaya ‘Welatê Rojê’ a Camxanella, ‘Atlantîsa Nû’ a Francis Baconî û hwd. nimûneyên gelek naskirî ne. Di dema xwe da tesîrekê mezin li civakê kirine û bûne sebebê guherînên mezin.

Li ser wan, gelek minaqeşe pêk hatine û gelek siyasetmedar û rêvebirên civakan, di bin tesîra wan da mane, an jî wan wekî modelan bikar anîne. Dîsa meriv dikare bibêje, ku derbarê jiyan û civakên siberojê da, zanînên gelek balkêş raber kirine ku dibetiya rûdana wan jî, ne hindik e. Yek ji wan armancên dîstopiyan jî ew e ku dixwazin haya mirovan ji rêvebirî û sazûmanên zordest ên siberojê hebe, da ku mirov bikaribin rê li ber wan sazûman û rêvebirîyên zordest û antî-democratîk bigirin. Ji bo dîstopîayan jî, meriv dikare navê utopîayên wekî ‘Dinya Wêrek a Nû’ a Alex Huxley, ‘1984’ û ‘Cotgeha Heywanan’ a George Orwellî, ‘Ez’ a Ayn Rand, ‘Em’ a Yevgenî Zamyatîn û ‘Fahrenheita 451’ a Ray Bradburyî bide. Hem utopîa û hem jî dîstopîa, wekî alternatîvên sîstemên siyasî a ku hene, dihên nirxandin. Wekî vê yekê, pêşnûmayên behişt û dojehê jî, ramanên utopîk û dîstopîk in ku ji aliyê pêxemberan ve hatine danîn û xwedîyê wesfên dînî ne.

Li hemberî êş û azara jiyanê, li hemberî bêmanetiya jiyan û dinyayê, hêviyên bawermendan xurt dikin û li ber lisana wan didin. Behişt, xelata ebdên qenc e ku dê jiyana xwe a herheyî, li vir bidomînin. Laşê wan ji holê rabe jî, ruhê wan heta hetayê dê li behiştê aram û bextewar bijî. Ruhên mirovên gunehkar jî, dê di agirê dojehê de bişewitin heta ku ji gunehên xwe pakij bibin. Xweş xwiya dike di ramana behişt û dojehê da, bextewariya mirovan ji jiyana axretê ra dihê hiştin û tesîrekê mezin li geşedanî û pêşketina civakan nake. Ligel vê yeke divê meriv bibêje ku di destpêka jiyana komelî da, dîn û baweriyên wê deme di avakirina şaristaniyê da, xwediyê rolekê mezin bûne û bûne avakarê şaristaniyê. Roja îro, hebûna jêmayên Xerawreşkê (Göbeklîtepe) vê yeke baş dipeyîtîne. Rê û rismên dînî, wê demê mirovan li hev civandine û bûne sebebe avakirina şaristanîyê. Lê divê ji bîr nebe ku ew efsane ne, mythologya ne û xwe naspêrin aqilê mirovî. Ji ber vê yeke ye ku em dibêjin, dîn şaristaniyan ava dike. Lê pêkara ku bere şaristaniya heyî dikare bide alîyekê qenc û mirovî, ideoloji bi xwe ye.

4- Dîsa meriv dikare bibêje, ku armanca hevpar a ûtopîayên feylesofan û ên pêxemberan, bextewarî ye. Lê feylesof, dixwazin wê bextewariyê li vê heyatê pêk bihînîn û ji ber vê yekê ji bo xweşhaliya mirov û civakan, hinek rê û rêbazên aqilî raber dikin. Pêxember jî dixwazin ku bawermendên xwe ji bo heyata dî an jî axretê amade bikin, rê li ber gunehan bigirin û wan bi xelata behişte, xelat bikin. Ji bo vê yeke jî, wekî rêvebir û desthilatekî civakê, qanûnên civakî û ehlaqî raber dikin ku jêdera wan jî ramanên pîroz û xwedayî ne. Loma meriv nikare bibêje ku ramanên aqilî û mantiqî ne. Herweha, bextewariya mirovan jî dihêlin jiyana behiştî a herheyî. Di bingeha jiyana civakî û ehlaqî da, tirsa dojehê û bextewariya jiyana behiştî heye ku rê li ber ehlaqê ferdî digre. Loma jî, derheqê başî û xirabîyê da, bawermend gelek caran nikarin bi serê xwe û bi hiş û aqilê xwe, biryara xwe bidin û li gor wê biryarê tevbigerin. Xwedê li ser navê wan, tevgerên baş û xirab nişan daye û divê ebdên wî, li gor wê yeke tevbigerin. Gumana ji wan qanûnan, kafirî ye û ji dîn, derketin e.

MIROV ÇIMA JI BEHIŞT Û DOJEHÊ BAWER DIKIN Û JI UTOPÎA-DÎSTOPÎAN BAWER NAKIN?

Rastî ew e ku bawermendên dînên cuda, îmana xwe bi behişt û dojehê dihînin. Wate, ji ber baweriya xwe a dînî qet ji wan nakevine şikê û wan wekî zanînên rastîn dipejirînin. Behiştê (bihûşt, cenet) wekî xelatê û dojehê jî, wekî cezayê dinirxînin. Lêbelê, baweriya wan bi utopîa-dîstopîayên feylesofan tune, ji ber ku feylesof, ne qasidên xwedê û ne ragîhînerên qanûnên xwedayî ne. Helbet, feylesof jî bi qasî pêxemberan xêrxwaz û qencîxwaz in. Lê beravajiya pêxemberan ne ji bo axretê, lê dixwazin ji bo vê dinya me pergalekê dadwer, xweşhal û mirovî damezrînin û ehlaqê te parastin jî, ne ehlaqekê dînî û metafizik ye, lê ehlaqekê mirovî û ferdî ye.

Li ber çavê bawermendên dînî, dinya beredeyî ye, demdemî ye û ne hêja ye. Loma jiyana li vê dinyayê, wekî ezmûnekê dihê dîtin. Lewra, jiyana rastîn û herheyî, piştî mirinê ye û divê, ne ji bo vê dinyayê, ji bo dinya din (axret) li ber xwe bidin û bijîn. Hinek caran jî, em tabanının ku ramana behişt û dojehê, tabanın sebebê zilm û zordestiyê, ku ‘ebdên xwedê ên baş’ li ser navê wî tabanın parezvanên qanûnên xwedayî û şerên dînî (cîhad, şerê pîroz) dikin.

Dibe ku hinek ramanên utopîaparêz ên feylesofan jî, veguheriya bin qalibên ramanî û bîrdoziyan (ideology) û bibin sebebe zilm û zordestiyan. Xweş xwiya dike ku hinek caran bawermendên dînên cuda, li ser navê xwedê û dînên ku pê bawer in û parezvanên bîrdozîyan jî, li ser navê qencîxwaziya civakî, serî li tehde û zordestiyê dane û didin ku herdu jî, ne helwestên mirovî ne. Heta roja me a îro gelek caran li ser navê xwedê, ji bo dîn û îmanê, ji bo damezrandina pergalekê baş û hwd. tehde û zordestiyê li mirovan kirine û zanînên xwe ên dogmatîk, li ser mirovan ferz kirine. Lê em baş dizanin ramanên ku jêdera wan ne hiş û aqilê mirovî ne, dikarin rojekê vebiguherine amûrên zordestiyê û rê li ber afirandêriya mirovî bigirin. Pêkara ku dê bikaribe rê li ber wê zilm û zordestiya ku jêdera wan ramanên dogmatîk, metafizikî û îdeologîk in bigre jî, ramana azad e, azadiya ramanî ye, ehlaqê ferdî û rênîşandariya zanîna zanistî û felsefî ye.

Jêderên giştî
1- https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/301062
2- ‘İslam’ın ütopyası: Cennet’ – Hasan Aydın (Bilim ve Gelecek)
https://bilimvegelecek.com.tr/index.php/2004/07/01/islamin-utopyasi-cennet/
3- https://t24.com.tr/yazarlar/sureyya-su/dunyevilesmis-cennet-utopya,23265
4- http://www.edebifikir.com/fikir/bir-cennet-ideali-olarak-utopyacilik.html
5- http://www.dusunuyorumdergisi.com/yeryuzu-cenneti-mumkun-mu/
6- https://acikerisim.uludag.edu.tr/bitstream/11452/7/1/363737.pdf
7- https://www.muharrembalci.com/hukukdunyasi/alintilar/807.pdf
8- http://dergi.kmu.edu.tr/userfiles/files/10m.pdf
9- L’UTOPIE – Thomas MORE (1516) – (Traduction française de l’œuvre anglaise par Victor Stouvenel en 1842)
http://droit.wester.ouisse.free.fr/textes/doc_mutcoop/utopie_Ed_fr_1842.pdf

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir